Ji sedî 50’yê hilbijêrên li Brîtanyayê dengê xwe da
Dengdayîn li Brîtanyayê bi dawî bû, ji sedî 50’yê hilbijêrên li welêt dengê xwe da.
Dengdayîn li Brîtanyayê bi dawî bû, ji sedî 50’yê hilbijêrên li welêt dengê xwe da.
Li London, Manchester, Leîcester ku bajarên Brîtanyayê ne û li Edînburghê ku paytexta Skoçyayê ye, qewilê dengdayîna hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi dawî bû.
Li gor gelek saziyan û Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ya Partiya Çepên Kesk, rêjeya dengdayînê baş e. Sala 2018’an rêjeya dengdayînê ji sedî 48 bû.
Tevî hemû hewildanên desthilata faşîst a AKP’ê, tê payîn ku rêjeya dengên Partiya Çepên Kesk li Brîtanyayê nekeve bin ji sedî 50.
‘WÊ KED BI AVÊ DE NEÇE’
Nûnerê Gîk-Der’ê Îbrahîm Avcil ku li ser navê Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê em pê re axivîn, wiha got: “Serkeftina vê xebatê bi keda hevalên me ye.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Turkan Bûdak diyar kir ku bi kedeke zêde li dengdayîn li Brîtanyayê temam bûye û got: “Hevalên kedkar, bi taybetî komeleyên me yên heremî, saziyên şoreşger û çep ên Elewî û bi sedan hevalên dilxwaz û gelê me ava be. Ev ked bi avê de naçe. Ez bawer im ku wê têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê bi ser bikeve. Em hevalên xwe yên ji çapemeniyê azad ji ber tevkarî û hewildana wan pîroz dikin.”